Cîhan
Hikûmeta Swêdê xwe ji YPG û PYDê dûr dixe.
Çend roj beriya ku Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson (M) li Enqereyê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive, tê ragihandin ku hikûmet êdî piştgiriyê nade YPG û şaxê wê yê siyasî PYDê.
Wezîrê Karên Derve Tobias Billström (M) ji Radyoya Swêdê Ekot re dibêje, di navbera van rêxistinan û PKKê de girêdanek heye û PKK jî di lîsteya Yekitiya Eweopa ya terorê de ye. Bandora vê yekê li têkiliyên me û Tirkiye gelekî dike.
Ji bo Tirkiye endametiya Swêd a NATOyê erê bike , serokwezîrê swêd serdana Tirkiye dike û li gel serokkomarê Tirkiye hevdîtinekê di vê derbarê de pêktîne.