Civak

Hikûmeta Kurdistanê teqîna Enqereyê şermezar dike

Hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî teqîna bajarê Enqereyê bi dijwarî şermezar dike û ev li jêr teksta wê daxuyaniyê:Em wê kiryara terorîstîya mîtinga saziyan li Enqereya paytexta Tirkiyeyê kiriyr armanc ku, di encamê de hijmareke mezin ji beşdarbûyan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn ku, xwe ji bo çalakiyeke medenî ji bona aşitiyê amade kiribû, bi dijwarî şermezar dikin. Em sersaxiyê li malbat, gel û hikûmeta Tirkiyeyê dikin ji bo birîndaran jî çakbûneke lezgînî dixwazîn.Dubarebûna wan êrîşên terorîstî di demekê de nîşaneke zelal ya berfirehbûna metirsîya terorê ku rûbereke mezin li deverê girtiye, di heman demê de belgeyk din e ji bo hindê ku li deverê bi taybetî û civaka navdewletî bi giştî, divê bi can û îradeyeke bihêz rûbirûyê teror û terorîstan bibin û ji bona serkewtin bi ser terorîstan da û ji bona nehêlana terorê, hevahengî û hevkariyeke mezin bikin.Em hêvîdar in, encamderên wê kiryara terorîstî bên eşkere kirin û girtin û li ber dadgeh û qanûnê bigihin sizayên xwe, herwesa hêvêxwazin ev tawan nebe hokarê dirustbûna asteng û keleman li pêşiya pirosesa demokrasîyê û hilbijartinên bên li Tirkiyeyê.Civata wezîrên herêma Kurdistanê10.10.2015

Back to top button