Hikûmeta Kurdistanê li dijî pesindkirina budceya İraqê ye
Daxuyanıya hikumeta Kurdıstane li ser pesindkirina qanûna budceya İraqê ya sala 2013ê:
Poştî milmilaneyeke yasayî û siyasî di navbera tev aliyên siyasiyên nav parlamentoya İraqê, li roja 07.03.2013ê reşnivîsa qanûna budceya İraqê, bê başdarîkirina parlamenterên kurd, bi netimamî hat pesind kirin.
Minaqeşekirina reşnivîsa qanûna budceyê demek dirêj kêşa, ji ber ku civata wezîrên hikûmeta İraqa federal budceyek ji parlamentoya İraqê re şandibû ya pir bû ji pirsgirêk û madeyên nedestûrî. Tevî vê jî, weke mafek wê yê destûrî, rê ji herêma Kurdistanê re nehat dan ku, beşdariyê di amadekirian budceya İraqê de bike.
Me, weke hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona ku, ew pirsgirêk pêşwext bi rêya diyalogê bên çareser kirin, gelek mihawile kirin û ji bona vê armancê me çend heyet bo Bexdayê şandin û digel berprisên Bexdayê civiyan. Şandeya herêma Kurdistanê ya heri dawiyê çûye Bexdayê, li jêr çavdêriya serokê parlamentoya İraqê, beşdarî di civînek berfireh li ser budceyê kir, lê mixabin, hemû mihawile digel Bexdayê bê encam bûn û budceyeke baş ku di xizmeta tev gelên İraqê de be nehat amade kirin û ji parlamentoya İraqê re bê şandin. Tevî vê jî parlamentoya İraqê qanûna budceyê pesind kir.
Armanc ji danûstandinan ew bû ku, hêzên siyasiyên Kurdistanê budceyek amade bikin ku di xizmeta tev xelkê İraqê de be û mafên gelê Kurdistanê û pêşkeftinên wê tê de li ber çavan bên girtin.
Mixabin çend made ji qanûna budceyê hatine pesind kirin, ne bi tenê ne di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ne, lê belê ew li dijî hevwelatiyên herêma Kurdistanê û bernameya hikûmeta herêma Kurdistanê jî de ne. Ji ber van sedeman em weke hikûmeta herêma Kurdistanê çend madeyên qanûna budceya îsal ya İraqê red dikin.
Em tekîdê li wê yekê dikin ku, wan piştbestin bi pirensîpên piranî û îhmalkirina pêşniyar, têbînî û mafên xelkê Kurdistanê di budceyê de, bi kiryar pirensîpên tewafiqa niştimanî û hevbeşiya rasteqîne di desthilatê de ku, li gor destûrê İraqa nû li ser hatiye avakirin, seqet kirin.
Di vê qanûna budceyê de xerciyên hikumet, siyadî, pêşmerge, geşepêdana wîlayetan, petrodolar û heqdestê kompaniyên di warê neftê de li herêma Kurdistanê kar dikin bi tu awayî li ber çavan nehatine girtin.
Ev pêngava parlamentoya İraqê lêdana status û mafên destûrî yên kurd, weke pêkhateyeke sereke, ye.
Di rojên bê de çend civîn di navbera hêzên siyasiyên herêma Kurdistanê, parlamentoya Kurdistanê, parlamenter û berprisên kurd li Bexdayê bên saz kirin û dê helwestê herêma Kurdistanê bi zelalî bê diyar kirin.
Hikûmeta herêma Kurdistanê, tevî diyarkirina nerazîbûna xwe bi dijwarî li dijî wê binpêkirinê, radigehîne jî ku mafê wê ye îltîzamê bi wan medeyên qanûna budceyê yên dijî destûra İraqê ne neke û dê hemû rêyên qanûnî û destûrî bikarbine daku rê li van şaşiyên dijî berjewendiyên jiyan û jiyara xelkê Kurdistanê û İraqê bigiştî hatıne kırın, bigire.
Di dawiyê de hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya tev wan firaksiyon û parlamenteran dike yên ku hewildan parlamentoya İraqê budceyekê pesind neke ku di berjewendiya hemû gelên İraqê de nebe û amadenebûn deng bo qanûna budceyê bidin. Bi taybetî, destxweşiyê li parlamenterên kurd dike ku, hemû li ser parastina berjewendiyên herêma Kurdistanê yek deng û yek helwest bûn û deng ji bo qanûna budceya îsal a hikûmeta İraqê neda.
Hikûmeta herêma Kurdistanê