Polîtîk

Hikûmeta Kurdistanê helîkopteran dikire

Kompaniya MD Helicopters Inc (MDHI) a amerîkayî a taybet bi bazirganiya helîkopter û xizmetên asîmanî di daxuyaniyekê de eşkre kiriye ku, hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaz kirîna du helîkopterên curê MD 902 Explorer yên taybet bi karê guhastina ”VIP”  kiriye û di demek nêzîk de, dawiya îsal,  dê ew helîkopter bogehine destê hikûmeta herêma Kurdistanê.

Leen Telton rêvebira giştiya kompaniya MDHI dibêje: ”Em xwe kêfxweş dibînin ku, herêma Kurdistanê helêkopterên MD bo dabînkirina hokarên guhastinê hilbijartine. 

Herwesa  malpera shephardmedia eşkere kiriye ku, hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaza 12 helîkopterên curê MD530F û du helîkopterên curê MD902 Explorer kiriye. Ev helîkopter ji bo karûbarên kontirolkirina çavdêriya asîmanî û emniyetê, bo karûbarên ambolans û agirvemrandinê tên bikaranîn.

Li dor meseleya kirîna helîkopteran, Kerîm Şingalî wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê  dibêje ku, piştî hesengandineke baş bo firokeyên modern û taybetmedar, hikûmeta herêma Kurdistanê helîkopterên curê MD hilbijartin û dê gelek bi başî pêdawîstiyên herêma Kurdistanê dabîn bikin.

Back to top button