Polîtîk

Hikûmeta Iraqê di derbarê operasyonên Hêzên Çekdar ên Tirkiyê de daxuyanî da

Civata Wezîran a Ewlekariya Netewî li Iraqê bi serokatiya serokwezîr Sûdanî civiya. Di civînê de behsa operasyona leşkerî ya hêzên çekdar ên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê hat kirin. Encûmenê ferman da ku ji bo lêkolînkirina operasyona leşkerî ya Hêzên Çekdar ên Tirkiyê şandeyek ji bo Herêma Kurdistanê bê şandin.

Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê û Serokwezîr Sûdanî serokatiya Civîna Encumena Wezîran a Ewlehiya Neteweyî kir.

Berdevkê Sererkaniya Giştî ya Hêzên Çekdar Yahya Resûl, di daxuyaniya xwe de di derbarê hevdîtinê de got: “Di derbarê mijarên ewlehiyê de mijarên herî girîng û geşedanên di rojevê de hatin gotûbêjkirin, di derbarê wan de biryar û biryarên pêwîst hatin girtin”. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di civînê de desttêwerdan û binpêkirinên hêzên çekdar ên Tirkiyê li navçeyên sînor hatine gotûbêjkirin û tekezî li ser wê yekê hat kirin, ku operasyona artêşa Tirkiyê û êrişa li ser axa Iraqê hat redkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê Tirkiye li gor prensîbên cîrantiya baş tevbigere û divê hikûmeta Enqereyê jî di çarçoveya têkiliyên dîplomatîk de li ser hemû mijarên girêdayî asayîşê bi hikûmeta Iraqê re hemahengiyê bike.

Şandeke leşkerî ya Iraqê tê Herêma Kurdistanê Sûdanî ferman da ku şandeyek bi serokatiya Şêwirmendê Asayîşa Netewî Kasim El Araci bo Herêma Kurdistanê bê şandin da ku geşedanên li ser sînor binirxînin û li ser mijarên serweriya Iraqê bi hev re bibin xwedî helwest.

Hat diyarkirin ku Iraq wê mafên xwe yên destûrî biparêze da ku pêşî li “binpêkirina xaka xwe yan jî bikaranîna xaka Iraqê wek deriyekî êrişî welatên cîran” bigire. Wezîrên karên navxweyî, berevanî, dad û darayî, serokê komîteya Heşda Şeibî û berpirsên saziyên îstixbaratî, ewlehî û leşkerî beşdarî civîna Encûmena Asayîşa Netewî ya bi serokatiya serokwezîrê Sûdanî û fermandarê giştî yê hêzên Iraqê bûn.

Back to top button