Polîtîk
Hikûmeta Iraqê daxwaz ji saziyên fermî dike ku PKKê wek partiyekî qedexekirî bi nav bikin
Hikûmeta Federal a Iraqê bi nivîseke fermî ve daxwaz ji hemû saziyên dewleta Iraqê dike, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê wek partiyekî qedexekirî navê wê bînin.
Li gor nivîsekî rêveberê giştî yê fermangeha karûbarên koordînasyonê li emîndariya giştî ya encûmena nûnerên Iraqê, nivîsek ji hejmarek fermangehên ser bi encûmena nûnerên Iraqê re şandiye û amaje bi nivîsa hejmara 25401 a emîndartiya giştî ya encûmena wezîrên Iraqê kiriye.
Di wê nivîsê de hatiye aşkera kirin ku li ser spardeya Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji naha û şûn de hemû gotar û nivîsên fermî de navê PKKê dê wek partiya qedexekirî bê nivîsandin.