Civak

Hikûmeta Herêma Kurdistanê peymanek rêzgirtinê îmze kir

Komîsyona Gendeliyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nûnerên partiyên siyasî re projeya Şerefnameyê gotûbêj kir.

Komîsyona Gendeliyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Li ser daxwaza Komîsyona Gendeliyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi alîkariya bernameya geşepêdana Neteweyên Yekgirtî (UNDP) û bi amadebûna nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, civînek ji bo nûnerên aliyên siyasî hat lidarxistin.

Di civînê de pêşnûmeya “Merşûna Rûmetê” ya di navbera partiyên siyasî û Komîsyona Gendeliyê de, ku bi alîkariya pisporan (undp) hatibû amadekirin, hat nîqaşkirin. Piştî guftûgoyan biryar hat dayîn ku alî têbînî û nêrînên xwe yên li ser destûrê di nava 2 hefteyên bê de pêşkêşî Lijneya Vekolînê bikin heta ji bo pesendkirinê amade be.

Girîngiya bendên destûrê pabendbûna aliyên siyasî yên Kurdistanê ye bi prensîba serweriya yasa, prensîbên hukimdariya saxlem, yekrêzî û nehiştina gendelî û herwiha pêkanîna şefafiyê di karûbarên navxweyî de.

Em ji raya giştî re radigihînin ku di demên pêş de emê navê her partiyeke siyasî ya ku destûra pesendkirî îmze bike biweşînin.

Back to top button