Polîtîk

Hikûmet: Serkeftina Kobanî serkeftina herêma Kurdistanê ye

Li bajarê Hewlêrê, îro roja yekşemiyê 05.04.2015ê, civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê di bin seroaktiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê de civiya.

Di destpêka civînê de, serokwezîr li ser navê civata wezîran cejina Qiyame li kirîstiyanên Kurdistanê pîroz kir û hêviya cejineke xweş û aram jê wan re xwest.  Serokwezîr bixêrhatina Xazî Seyîd ku, weke wezîrê herêmê dest bikar kir û yekem care di civînên civata wezîran de beşdariyê dike,  kir.

Serokêwezîrê herêma Kurdistanê di civînê de behsa lihevhatina navbera Hewlêr û Bexdayê kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze ew lihevhatin li got qanûna budceya Îraqê a sala 2015ê cîbicî bike û herêma Kurdistanê nuha û paşerojê jî dixwaze hemû pirsan digel Bexdayê çareser bike. 

Serokwezîr tekîd li ser wê yekê kir ku, siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê neftê de siyaseteke serkeftî ye, lê nizmbûna buhayê neftê bandora xwe li ser rewşa êkonomî heye.

Nêçîrvan Barzanî li ser navê civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê serkeftina Tikrîtê li Heyder Ebadî serokwezîrê hikûmeta federaliya Îraqê pîroz kir û hêvî kir ku, hemû deverên din yên Îraqê ji bin destê terorîstên DAÎŞ bên rizgar kirin.

Di civînê de, wezîrê karûbarên pêşmerge yê hikûmeta herêma Kurdistanê behsa serdana xwe ya bo Parîs û hevdîtina digel serokê Fransayê Franswa Holand kir û got ku, serdana şandeya balaya wezareta pêşmerge bo Fransayê serdaneke serkeftî bû û hevdîtinên digel serok û berprisên din yê Fransyê encamdar bûn  û bi taybetî serokê Fransayê serkeftinên pêşmergeyê Kurdistyanê li dijî terorîstan pîroz kirin û tekîd kir ku, Frnsa dê li ser piştevanîkirina herêma Kurdistanê berdewam be.

Wezîrê karûbarên pêşmerge li ser rewşa cenga dijî terorîstên DAÎŞ raporek pêşkeşî civînê kir û diyar kir ku pêşmerge ji rewşa bergiriyê ketiye di rewşa êrîşkirinê de û 95% deverên Kurdistanê, yên ku DAÎŞê destê xwe danî bû ser, ji destê terorîstan rizgar kirine. Di raporê de aşkere kiriye ku, 16 welat bi çek û cebilxane alîkariya herêma Kurdistanê dikin û 10 welatan jî rawêjkarên leşkerî hinartine herêma Kurdistanê.  Daxwaz kir ku, miaşê pêşmerge di dema xwe de bê dan û sipasiya serokê herêma Kurdistanê kir ku, dîrekt serperiştiya bereyên şer dike û hevahnegiyeke baş digel wezareta pêşmerge heye.

Serokwezîr di axaftina xwe de serdana şandeya wezarareta Pêşmerge bo Fransaê bi serdaneke giring wesif kir û li ser navê hikûmetê sipasiya pêşmergeyê Kurdistanê kir ku, bi xûna xwe bergiriyê li herêma Kurdistanê û destlkeftiyên wê dikin, herwesa sipasiya wezîr û wezareta pêşmerge kir ku, di vê rewşa dijwara êkonomîya herêma Kurdistanê de bi başî ji aliyê êkonomî ve îdareya şer dike.

Serokwezîr serkeftina Kobanî jî bi serkeftina herêma Kurdistanê wesif kir û sipasiya Tirkiyeyê kir ku, rê vekir pêşmerge biçe Kobanî. Serokwezîr sipasiya hêzên emnî û wan wezaretan, yên ku alîakriya wezarat pêşmerge kriye û dikin, kir û herwesa sipasiya fermnageha têkeliyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, bi başî îdareya têkeliyan û hatina şandeyan bo herêma Kurdistanê dike.

Di civînê de, Newroz Mewlud wezîra şaredsarî û tûrîzmê û Derbaz Kosret Resûl wezîrê avadankirin û akîncîkirinê behsa beşdariya xwe, weke şandeyên du wezaretan, di konferensa Dubey de kir ku di çarçoveyê wê konferensê de çend dîdar û hevdîtin digel berprisên welatên cîhanê encam dabûn.

Wezîrê êkonomî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan ew nûçe red kirin ku qaşo hikûmeta herêma Kurdistanê budce ji bo wîlayeta Helebceyê dabîn nekiriye û got ku, jiber kirîza êkonomî li herêma Kurdistanê hêşta budceya giştiya herêma Kurdistanê nehatiye amade kirin, lê her dema budceya giştî hat amadekirin dê budce ji bo hemû deveran bê dabînkirin.

Back to top button