Hikûmet digel diplomatkarên biyanî civiya
Bi armanca agadarkirin awan li ser pêhat û guhertinên herêma Kurdistanê û Îraqê yên di warê siyasî, abûrî, bazirganî, çandî û civakî, îro roja pêncşemiyê li Hewlêrê, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê û Felah Mistefa berprisê fermangeha têkeliyên derve yê hikûmeta herêma kurdistanê digel nûner û konsolosên welatên biyanî û berpirsê ofîsa Neteweyên yekgirtî û nûnerên rêxistinên navdewletî yên li herêma Kurdistanê kar dikin, civîneke berfireh saz kir.
Di civînê de Felah Mistefa behsa rewşa herêma Kurdistanê kir û di axaftina xwe deîşret bi serdna şandeyên welatên erebî û biyanî li ser astê bla bo herêma Kurdistanê kir. Mistefa got ku serdana her yek ji wezîrê derve yê Bulgaristanê, sekreterê kongreya welatên îsalmî û serokwezîrê Tirkiyeyê bo herêma Kurdistanê, beşdarîkirina sefîr, konsolos û nûnerên welatên biyanî yên li Bexda û Hewlêrê di pîrozkirina cejna Newroza îsal de, bi fermî vekirina ofîsa Yekêtiya Ewropayê li Hewlêrê nîşanên wê yekê nek u ew welatên erebî û biyanê di xazin di warê siyasî, abûrî û bazirganî de têkeliyên xwe digel herêma Kurdistanê û tevaya Îraqê xurt û berdewam bikin.
Di berdewamiya axaftina xwe de berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma kurdistanê behsa wan welatan kir yên ku nûneratî û konsolxaneyên xwe vekirin û ew welatên li bere vekin kir û got ku hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye havkariya wan welatan bike daku têkelî di berjewendiya hemû aliyan de zêdetir xurt û berfireh bibin. Mistefa tekîd li ser têkeliyên zanîngehan, odeyên bazirganî û sektora taybet kir.
Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê jî axavtinek kir û wî behsa rewşa siyasiya Îraqê û timamkirin pêkanîn ahikûmeta Îraqê, bi taybeyî desnîşankirina wezîrê emnî kir.
Hisên behsa hewilên serokatiya herêma kurdistanê yên ji parastina tecrûbeya demokrasiya herêma Kurdistanê û guhdarîkirin daxazên hevwelatiyna kir û got:
– Herêma Kurdistanê ji kêmasiyan ne dûr e, lê ji bo miletê me cîyê şanaziyê ye ku herêma Kurdistanê pêşkeftinên baş bidest xistine. Em dê li ser baştirkirina rewşa jiyanaê û avakirina cibakek demokrat, azad û medenî berdewam bin.
– Herêma Kurdistanê aram e. saziyên wê bi rêya sindoqên dengdanê û bi çavnêriya çavnêrên xweyî û biyanî hilbijartinan şerîyeta xwe heye û her ev hikûmete dixaze jiyan û rewşa hevwelatiya baştir û xweştir bike.
– Xwepîşandan û hebûna opozisyonê ji bo nehêlana kêmatiya diyardeyeke pozetîv e. her guhertineke di sîstema siyasiya herêma Kurdistanê bibe divê bi rêya sindoqên dengdanê be.
Di dawiya civînê de, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve amadeyîya got ku fermangeha têkeliyên derve amadeye hevkarî û hevahengiyê digel hemû nûneratiyên welatên biyanê bike û li ser rewşa rojaneya herêma Kurdistanê hayfar bike.
di civînê de nûnerên; Firansa, Îran, Tirkiye, Berîtaniya, Rusiya, Koreya Başûr, Almaniya, Misr, nûnerê Yekêtiya Ewropa, nûnerê Neteweyên Yekgirtî, berprisê Xaca Sor, amade bûn.