Hikûmet: Bila teqîna Amedê nebe sedema reaksiyonên neberpirsyarane
Civata wezîrên herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî kiryara teqîna mîtinga HDPê li bajarê Amedê li bakurê Kurdistanê bi dijwarî şermezar dike û daxwazê ji hemû aliyan dike bi sebir û tehemûl bin û ew kiryara tirsinok nebe sedema rêaksiyonên neberpirsiyarane.Ev li jêr teksta daxuyaniya civata wezîran:Em bi dijwarî wê teqîna duhî êvarê (05.06.205) mîtinga HDPê li bajarê Amedê kir armanc û di encama wê kriyarê de çend hevlatiyekan jiyana xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn, şermezar dikin. Em sersaxiyê li balbat û kesûkarên qurbaniyan dikin, xema wan parve dikin û hêviya çakbûnê ji bo birîndaran dikin.Em hêvîdar in hemû alî bi sebir û tehemûl bin û ev kiriyaran tirsinok, di rojên dawiyê yên piropagendeya hilbijartinan de, nebe sedema reaksiyonên neberpirsyarane û atmosferê giştiyê rêveçûna pirosesa dengdanê têk nede.Civata wezîrên herêma Kurdistanê06.06.2015