Cîhan
Hijmara penaberên Suriyeyê bi berdewamî zêde dibe
Li gor agadariyên karbidestekên Neteweyên Yekgirtî hijmara penaberên Suriyeyê bi berdewamî zêde dibe.
Komisyonerê Neteweyên Yekgirtî bo Karûbarên penaberan Antonio Guterres dibêje ku, di dawîya sala burî de her roj 3000 surî dibûn penaber, lê belê li meha sibat a 2013ê hijmara penaberan gihişte 8000 kesan di rojekê de.
Gutteres dibêje ku, eger kirîza Suriyeyê bi awayê heye berdewam be, hejmara penaberan gelek zêdetir jî dibe.
Li heftîya burî, Neteweyên Yekgirtî ragihand ku nêzîkî yek milyon surî nuha penaber in û 400 000 ji wan li Tirkîyê dimînin û nêziki 70 000 li Kurdistana Iraqê ne.