Civak

HezKurd: “Divê di EBA TV de Kursa dersa kurdî bê destpêkirin”

Komeleya Tevgera Zimanê Kurdî (HezKurd) ji Wezareta Perwerde ya Tirkiye daxwaz kir ku, qursa zimanê kurdî li EBA TV’yê biweşîne.

Di daxwaznameya ku ji Wezareta Perwerdeyê re hatî rêkitin de, Parêzer Suphi Özgen, Damezrînerê Tevgera Zimanê Kurdî (Hezkurd) xwest ku weşana dersa kurdî li ser EBA TV were destpêkirin û bi bandor were meşandin.

Ozgen got, “Eger di EBA TV’yê de weşana dersa kurdî dest pê bike, ne tenê xwendekar, em mezin jî dê ji van dersan sûd werbigirin, dê zarokên me di dema xwe ya vala de fêrî kurdî bibin an jî pêşde bibin. Weke ku min diyar kir, ez daxwaz û daxwaz dikim ku mafê dersa hilbijartî ya ku bi bandor nehatiye cîbicîkirin, bi destpêkirina weşana dersa kurdî ya li ser EBA TV-yê, bi kêmanî beşekî bê telafîkirin.”

Back to top button