Civak

HEZKURD: Bila Kurdî bibe zimanê fermî

Tevgera Zimanê Kurdî HEZKURD , di 100. salvegera Cejna Komara Tırkıye  de wê ji Stenbolê heta Enqereyê bimeşe. Daxwaz ew e ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û mafê perwerdeya bi kurdî bê dayîn.

Di daxuyaniya nivîskî ya HEZKURDê de hat destnîşankirin ku bi qasî nîvê nifûsa Tirkiyeyê kurd in û hat gotin ku mafê perwerdeya bi kurdî nayê qebûlkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku daxuyanî û xizmetên din ên gel bi kurdî nayên kirin .

HEZKURD di daxûyaniya xwe de dibûje: “Tevî ku di van 30 salên dawî de piştî 70 salên red, înkar, asîmîlasyon û zordestiya ku bi avakirina komarê dest pê kir di van 30 salên dawî de gavên erênî hatin avêtin jî, em di 100. salvegera damezrandina komarê de rasterast û eşkere daxwaza ‘wekheviyê’ ya zimanê kurdî dikin.

Divê ji niha û pê de daxuyanî û xizmetên din ên gel bi kurdî bên kirin. Divê ji îro û pê de kurdî ji destpêka dibistana seretayî heta dawiya lîseyê bibe derseke mecbûrî, ku hemû zarokên me, bêyî cudahiya kurd û tirkan, kurdî hîn bibin û pêşve bibin. Û ji niha  pê de kurdî bibe zimanê fermî. Encax bi vî awayî dê makeqanûna nû, sivîl û demokratîk bê çêkirin. “Meşa me ji bo mafên zimanê kurdî ye.”

Herweha di daxuyaniyê de banga piştgiriya vê çalakiyû jî hate kirin.

Back to top button