Polîtîk

Hêzên Suriye li rojavayê Kurdistanê belav dibin

Yekîneyên artêşa Sûriyê li xalên cuda yên navçeyên Tirbêspiyê û Girkê Legê yên Rojavayê Kurdistanê ku dikeve ser sînor bicih bûn.

Beşek ji yekîneyên hêzên Sûriyê yên li Qamişlo, li gundên sînorî yên herdu navçeyên Cizîrê, Tirbêspî û Girkê Legê bicih bûn.

Peyamnêra Rûdawê li Qamişlo Viviyan Fetah ragihand ku yekîneyeke leşkerî li gundê Girkê Şamo yê li rojhilatê Qamişlo bicih bû û xalên çavdêriyê ava kirin û alayên Sûriyê li ser hatin hildan.

Vîviyan Fetah got: “Pêştir li rojavayê Qamişlo bicih bibûn. Îro jî li rojhilatê bajêr bicih bûn. Tê pêşbînîkirin ku yekîneyên artêşa Sûriyê heta sînorê Herêma Kurdistanê bicih bibin.”

Bajarê Qamişlo ji dema damezirandina Rêveberiya Xweser ve, ji aliyê serbazî û emnî ve, di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de dabeşkirî bû.

Piştî rêkevtina Soçî ya navbera Tirkiyê û Rûsyayê û herwiha rêkeftina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyê, hêzên Polîsê Leşkerî yê Rûsyayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.

Niha hêzên Rusya jî hatine nav Qamişlo û binkeyeke serbazî li Nadiya Zîraî, li nêzîk balafirxaneya Qamişlo amade dikin.

Back to top button