Civak
Hêzên rejîma Îranê 2 kolberên Kurd kujtin
Hêzên rejîma Îranê du kolberên Kurd ên bi navê Celal Sohrabî û Hêmin Ehmedî kujtin.
Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw ragihand ku di encama gulebarana hêzên pasewanên Îranê de Celal Sohrabî yê 43 salî jiyana xwe ji dest daye.
Hat ragihandin ku Sohrabî zewicî ye û 2 keçên wî hene û li herêma Surkewê ya Bane (bajarê Sine) yê Rojhilatê Kurdistanê bi guleyan hatiye kujtin.
Li aliyê din kolberê bi navê Hêmin Ehmedî du roj berê hatibû qetilkirin.
Ehmedî 45 salî bavê keçekê bû.