Nûnerê Kurdên Êzîdî di Encumena Parêzgeha Mûsilê de Seydo Çeto ragihand ku heta niha hêzên PKKê ji avahiyên hikûmî yên Şingalê derneketine û dibêin ferman ji Bexda neyê em dernakevin û ew xwe wek hêzeke ser bi Wezareta Bergiriyê ya Iraqê nîşan didin.Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl duhî ji malpera KDP.info re ragihand: Wezîrê Bergiriyê yê Iraqê di serdana xwe de bo Şingalê ragihand ku, pêwîst e PKK aliyên din jî ji avahiyên hikûmî yên Şingalê derkevin, da ku katê xizmetê tê de bikin, herwiha wezîr tekez kir ku ti pêwendiya wan bi wê hêzê re tune ye, ne wek ku ew dibêjin, em ser bi Wezareta Bergiyê ya Iraqê ve ne, lewma em dernakevin.Helbet derbarî vê mijarê, Seydo Çeto ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha hêzên PKKê ji avahiyên hikûmî yên Şingalê derneketine û dibêin ferman ji Bexda neyê em dernakevin û ew xwe wek hêzeke ser bi Wezareta Bergiriyê ya Iraqê nîşan didin.”Çeto wiha got: “Li Şingalê tenê hêzên Pêşmerge hêzekî fermî û yasayî ye û ew hêzên din neyasayî ne û pêwîst e her wek çawa Pêşmerge ji Kobanî vegeriya pêwîst e PKKê jî wan hêzan vegerîne Rojavayê Kurdistanê.”Tê zanîn ku piştî rizgarkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya Serok Barzanî bi dawî hat, çekdarên PKKê ji ser Çiyayê Şingalê daketin û 7 avahiyên hikûmî yên nava bajêr kirin baregehên xwe û niha dibêjin divê Bexda ji me re bêje derkevin, lê ew kar pêwendî bi Encumena Parêzgeha Mûsilê ve heye û wê mohlet dabû wan ku ji Şingalê derkevin, lê dibêjin em dernekevin.
Pêş
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Divê mijar ne tenê danîna çekan be!30/06/2025