Civak

Hêzên girêdayê Lahor Cengî endamên PKKê digrin

Li gora nûçeyek ya Bass Newsê; Ew hêzên YNKê yên ku bin fermana Lahor Cengî de ne û berê bangeşeya rêkirina bo Efrînê li dijî Tirkiyê dikir, di encama rêkeftina veşartî ya li gel Tirkiyê de, naha bo girtina alîgirên PKKê li Silêmaniyê bikartîne.

Di dema êrîşa Tirkiyê ya ser Efrînê de, Lahor Cengî ku yek ji kesên serekî yê xiyaneta 16ê cotmehê ye, bangeşeya wê dikir ku amadeya hêz bo alîkariya YPGê rêbike bo Efrînê û rêgiriye li êrîşa artêşa tirk bigre.

Naha piştî 2 meh ser rêkeftina veşartî ya YNKê û Tirkiyê ya nîvê meha cotmeha 2018ê ya bi rêya Berhem Salih û Mevlûd Çavuşoglu pêkhat, heman ew hêza Lahor Cengî ya bangeşeya rêkirina Efrînê dikir, li Silêmaniyê li hember alîgirên PKKê û rêgirtina tevgera wan tê bikaranîn.

Endamê encûmena Komeleya Ciwanên welatparêzên Kurdistanê Gîvera Kerkûkî ji BasNewsê re ragehand, biryar bû duh 21.12.2018ê êvari Ciwanên welatparêzên Kurdistanê bi armanca şermizar kirina dorpêç û tecrîda li ser Ebdula Ocalan xwepêşandaneke nerazîbûnê pêkbînin, lê ‘’Ji aliyê asayîşa YNKê ve rê li wan hat girtin û zêdetirî 90 kesên alîgirên ciwanên welatparêz û kesên sivîl hatin girtin.’’

Herwaha got: ‘’Heta naha helmeta girtina endamên PKKê û ciwanên welatparêz berdewam e û li gor zanyariyên heyî, nêzîk 100 kesan hatine girtin.’’ Û got: ‘’Di dema girtina ciwanên welatparêz de asayîşa Silêmaniyê sivikayî bi me kir û bi tundî îşkence bi me kirin.’’

Çalakvanê ser bi PKKê li Silêmaniyê rexneyên tund li YNKê kirin û got: ‘’YNK siyaseta xwe guheriye û siyaseta durû birêve dibe. Ji ber heta naha xwe zelal nekiriye, pêwîste YNK xwe zelal bike.’’

Herwaha teqez kir: ‘’YNK ji bo berjewendiyên xwe bi fermana Tirkiyê, dest bi girtina endamên PKKê, Tevgera Azadî û ciwanên welatparêz kiriye.’’

Derbarê bangeşeyên Lahor Cengî de çavdêrê siyasî û endamê parlamentoyê yê berê li parlamentoya Kurdistanê yê PDKê ji BasNewsê re ragehand, bangeşe û gotinên Lahor Cengî esl û esasê wan tineye û ti kes jî hesab bo wî nake’’ û got: ‘’Berî behs bike ku hêz bişîne bo rojavayê Kurdistanê, bila Lahor Cengî hêz bo Kerkûkê, Xurmatû û navçeyên Kurdistanê yên dervey îdareya herêma Kurdistanê re rêbike.’’

Balkêş e ?
Close
Back to top button