Civak

Hêzekî Amerikî li Şingalê hate cihkirin

Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ragihand ku hêzeke artêşa Amerîkayê li ser Çiyayê Şingalê hatiye bicihkirin.

Mehma Xelîl ji Rûdawê re ragihand ku “roja înê (01-06-2018)  hêzeke artêşa Amerîkayê çûye sînorê Çiyayê Şingalê û li devera Çil Mêra ya Çiyayê Şingalê hatine bicihkirin. Çûna wan a ber bi wê deverê ve, bi mebesta seqamgîriya siyasî ya wan deveran e”.

 

Xelîl hêviya xwe anî ziman ku mana wê hêza Amerîkî li Çiyayê Şingalê heta demeke dirêj be, ji ber ku li gor nêrîna wî, mana hêza Amerîkî li wê deverê, dê bibe sedema vegera awareyên Şingalê. Xelk daxwaz dike ku tevî hêzên Amerîkî, hêzên Pêşmerge jî vegerin Şingalê daku aramî ti temamî çêbibe.

Fermandarê Pêşmerge Qasim Şeşo ji Rûdawê re ragihand ku “ji duh ve ew hêz çûye çend cihek, ji wan jî; serbazgeha Domîz û deverên navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê û piştre çûne Çil Mêra ya li Çiyayê Şingalê”.

Çil Mêra li Çiyayê Şingalê ew cih e ku di sala 1991ê de hikûmeta Iraqê ji wê derê ve Îsraîl bombebaran kir.

Şingal 140 kîlometre ji bajarê Mûsilê dûr e û dikeve navbera sînorê Rojavayê Kurdistanê û Çiyayê Şingalê.

Back to top button