Polîtîk

Hêzeka rejimê û HSDê bi hevre xalên sinor geriyan

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan: “Şandeka ji efserên hêza rejîma Sûrî, gihîştin xalin leşkerî yên ku li ser sînorê di nabîna bakurê Sûriya û yên di bin kontrola Hêzên HSDê de.

Rewangehê diyar kir: “Şandê ligel du otombîlên hêzên rejîmê û otombîleke HSD`ê geriyan li ser xalên leşkerî yên rejîmê, li Dirbêsiyê û gundewarê wê yê li rojhelat û rojava û heta gundê El-Esediyê, li bejahiya Hesekê, ji bo kontrolkirina şert û mercên li ser sînorên cîran bi Tirkiyeyê re.”

Her wiha Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan dibêje: “Ev gera yekem di vê salê de, ku tê de hêzên rêjîmê bi serê xwe, bê hêzên Rûsî re xalên xwe yên leşkerî li ser sînorê bi Tirkiyê re serdan dikin.”

Di tîrmeha sala borî de, çalakvanên Rewangeha Sûrî çavdêriya 3sê otombîlên serbazî yên Rûsî kirin, ligel otombîleke Nivîsgeha Têkiliyên Hêzên Sûriya Demokratîk û tirimpêlek leşkerî ya hêzên rêjîmê, ku li ser xalên leşkerî yên hêzên rêjîmê li ser bejahiya rojava û rojhilatê Dirbêsiyê, li bakurê Hesekê, ya li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê xalên leşkerî hatin xurtkirin û bi lojîstiyek mezin hatin dabînkirin.

Back to top button