Polîtîk

Heyeteke PAKê li Hewlêrê  Seredana ENKSyê kir

Heyetekî PAKê bi serokatiya serokê giştî Musrafa Ozaçelîk li Hewlêr serdana nûnertiya ENKSê li başûrê Kurdistanê kir.Do vê derbarê de Buroya Çapemenî û Ragihandinaê ya PAKê daxûyaniyek ragihand.

Di daxûyaniyê de dibêje:

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) rêzdar Mustafa Ozçelîk li gel Cîhgirê Serokê Giştî û Berpirsê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Rêzdar Orhan Kaya roja 19.09.2022yê, li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê seredana Encumena Niştimanî ya Kurd Li Sûrî(ENKS) kir.

Berpirsê ENKSyê yê Başûrê Kurdistanê Rêzdar Dr. Kawa Ezîzî û rêvebirên ENKSyê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Ozçelîk ji ber vê pêşewazîyê spasîya rêvebirên ENKSyê kir.

Dr. Kawa Ezîzî û rêvebirên ENKSyê jî ji ber vê seredanê spasîyên xwe anîn ziman û bi awayekî germ û dostane pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Herdu heyetan di derbarê xebatên  xwe da hevdu agahdar kirin û di derbarê rewşa Rojava û Bakurê Kurdistanê, Tirkîyeyê, Sûrîyeyê û rûdanên cîhanê û navçeyê da bîr û rayên xwe anîn ziman.

Di dawîya vê hevdîtinê da herdu alîyan jî tekezî li ser girîngî, domandin û xurt kirina dostanî û pêwendîyên herdu alîyan  kirin.

Hevdîtina heyetên PAK û ENKSyê di atmosfereke germ, dostane û berhemdar da derbas bû.

19.09.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button