Heyeta PAKê Li Hewlêrê Seredana ENKSyê Kir.
Heyeta PAKê ku ji endamên Bireveberiya Navendî ya PAKê Evdirrehmanê Gundikî û Orhan Kaya pêkhatibû, li Hewlêrê seredana ENKS(Encumena Niştimaniya Kurd Li Surîye) kir.
Heyeta ENKSyê ji Nûrî Birîmo, Cedan Elî, Bendewar Elî, Newaf Reşîd, Xalid Elî, Ciwan Dawid pêk hatibû.
Herdu aliyan di derbarê Tirkiyê, Sûriyê û Kurdistanê de bîr û rayên xwe yên siyasî anîn zimanî. Heyeta ENKSyê pîrozbahiya PAKê kir.Herweha heyeta PAKê jî, piştgirîya xwe ya jibo xebata ENKSyê anî zimanî.
Herdu alî jî gîhaştin wê qeneetê ku, divê peywendiyên herdu aliyan di asteke bilind de pêşde biçe û germtir bibe. Di warê çapemenî û ragehandina herdu partiyan de divê danûstendineke xurt hebe.
Heyeta PAKê bahsa, xebatên PAKê li bakurê Kurdistanê yên jibo alîkariya Kobanê kir.Herweha behsa têkiliyên PAKê û ENKSyê yên li Tirkiyê û Kurdistanê anî zimanî. ENKSyê jî spasî û kêfxweşiya xwe anî zimanî.
Hevdudîtina PAKê û ENKSyê bi awayekî dostane û berhemdar derbas bû. 07.01.2015
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê