Gelo Herêma Kurdistanê siyaseta xwe ya derve heye, eger heye çawa praktîk dike? Eve navnîşana semînereke Hêmin Hewramî Endamê Encûmena Serkirdayetî û Berpirsê Peywendiyên Derveyê Partiya Demokrata Kurdistanê bû ku ji bo mamostayan û xwendekarên beşa ragihandina Zanîngeha Selaheddîn hatibû sazkirin.

Hêmin Hewramî li vê semînarê de balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê li piştî sala 1991 ve wekî cografyayek û desthilatekî defakto li çarçêweya Herêma Kurdistanê da siyaseta xwe ya derve destpêkiriye. Piştî sala 2003 jî ev defakto diguhere ku wekî herêmekî naskirî li nav destûra Iraqê da û li gor maddeya 121 û birgeya 4, Herêma Kurdistanê dikare li çarçêweya balyozxaneyên Iraqê da nûnerayetiya aborî û kultûriya xwe hebê. Siyasiyeta derveya Herêmê sê armanca xwe heye ku mayina Herêma Kurdistanê û berevpêşbirin û pişt bi xwe bestina Herêm û hengavên berev bi dewlet bûne.‌ 

Her wiha Hewramî balkişand li ser wê yekê ku Kurd heta niha ne pêlîstoke û yek ji lîstikvanên herêmê ye, eve jî derfete û li beranber da tehdîdek heye ku berbelavî û yeknegirtina Kurde. Li heman demî de derfetekî din ji bo Kurd paşvekêşkirina eqla takrewiye ku li beranber da bîr û hizra tundrew‌î tehdîde li ser Herêma Kurdistanê. Her wiha nemana dîktatoran jî derfetekî dine ji bo Kurd, lê belê bêhêzbûna dewletê û piştî nemana dewleta dîktatorî bingeha tehdîdê bûye ji bo Kurd. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: