CîhanPolîtîk

Hewlêr, Washington û Bexdayê li hevkir

li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serpereştiya civîneke hevbeşa serbazî û siyasiya di navbera Herêma Kurdistan, Amerîka û Iraqê kir.Li civînê de ku hejmarek ji berpirsên emnî û serbaziyên bilindên Herêma Kurdistanê û Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û General Tawnsênd Fermandeyê Hêzên Amerîka li Iraqê û Ken Gross Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek şêwirmend û berpirsên serbaziyên Amerîka û Ebdulemîr Zêdî Cîgirê Serok Erkanê Artêşa Iraqê û hejmarek ji berpirsên bilindên serbaziyên hêzên Iraqê amade bûn, di derbarê amadekariyên ji bo destpêkirina operasyona azadkirina Musilê de danustandina bîr û ramanan kirin.Her li vê civînê de têkşikandina Da’îş li bajarê Musilê bi armanca hevbeşa hemû aliyek dane zanîn û tekez li ser karê hevbeşa di navbera Pêşmerge û Hêzên Iraqê û Hêzên Hevpeymanan kirin.Li beşekî dinê vê hevdîtinê de naveroka plana azadkirina Musilê xistin ber behs û guftûgoyan û beşdarbûyên civînê li ser çawayiya hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û Hêzên Iraqê û Artêşa Amerîka û Hevpeymanan li operasyona azadkirina Musilê de rêkkeftin.Her li vê civînê de Serok Barzanî destxweşiyê li hewl û keda Hêzên Hevpeymanan û Hêzên Iraqê û Pêşmergeyan ya li şerê dijî terorîstan de kirin û hêviya wê yekê xwestin ku karê hevbeşî û hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û Hêzên Iraqiyan li azadkirina Musilê bingeha kûrbûna birayetî û dostayetî û baweriya di navbera her dû aliyan xweştir bike û her wiha bibê sedema dawî anîna bi kêşe û êşên xelkê parêzgeha Nînowa û bibê fakterek jî ji bo rêgirtina li serhildana teror û hizra tundrewiyê.

Back to top button