Wezîrê Darayî yê Iraqê Elî Ellawî aşkere kir ku derbarê budceya sala 2021 de ew li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîştine rêkeftinê.
Wezîrê Darayî yê Iraqê Elî Ellawî di civîneke rojnamevanî de ragihand ku hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li se projeyasay sala 2021an gihîştin rêkeftinê.
Encûmena Wezîran a Iraqê îro Şemiyê 19ê Kanûna 2020an bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê projeyasaya sala 2021an kombûn.
Di civînê de biryar hate dayîn ku gotûbêjên li ser pesendkirina bubce û şandina wê sibe 20ê Kanûna 2021ê li bidawî bikin.
Li gor yasaya Darayî ya Iraqê, hikûmeta wî welatî divê hersal projeyaya bo sala paştir heta 15ê cotmehê amade bike. Ev du meh di ser dema wê re derbasbûne lê hêj nîqaş li ser mijara budceyê berdewam in.