Hewlêr ji bo serdana Erdogan amade ye

Kolan bi alên Iraq, Kurdistan û Tirkiyê hatin xemilandin Berî Serokkomar Erdogan serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike, li ser kolanên sereke yên Hewlêrê alayên Tirkiyê li gel ala Kurdistanê û Iraqê hatin daliqandin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî 13 salan cara ewil tê Iraq û Herêma Kurdistanê. Serokkomar Erdogan û heyeta pê re wê serdana paytextê Iraqê Bexdayê bikin û bi Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî û rayedarên din re li ser têkiliyên bazirganî û mijarên herêmî bi taybet meseleya neft û avê gotûbêj bikin.
Gelo wê pirsgirêka hinartina petrolê çareser bibe?
Tê texmînkirin ku mijara hinartina petrolê ya ji Iraqê bo Tirkiyê, ku par hatibû rawestandin û ji ber nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya boriya Tirkiye-Ceyhanê nehat destpêkirin, bi serdana Serokkomar Erdogan dikare wbê çareserkirin. Pispor li ser serdana Erdogan a Iraqê dibêjin ku; Vegerandina herikîna petrolê wê bibe sedema çareserkirina hin pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, wê rê bide nêzîkbûna Hewlêr û Bexdayê û di navbera Hewlêr û Tirkiyê de pêşdebirina peywendiyên siyasî û aborî xurt bike.



