Polîtîk

Hewldanên serok ji bo çareseriyê

Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê li baregeha xwe ya li Selahedîn, li gel Wezîr û Serok Fraksiyonên Kurdistanê li Bexda re civiya.

Amadevanên civînê dewra Serkirdayetiya Kurdistanî guh girtina li çawayî û naveroka her du civînên şanda Kurdistanê ya li gel Serkirdayetiya Hevpeymaniya Nîştîmanî bi hemû pêkhatan ve girt. Her wiha encama kombûna şandê ya li gel Serokê Encûmena Wezîrên Federalî nirxandin. Amadevanan karê şanda Kurdistanê û keşûhewaya civîna wan, bi awayeke erênî nirxand.

Civînê de şanda Kurdistanî hate raspardin ku li karên xwe de berdewam bibê û ji bo destnîşankirina helwest û karubarên zerûriyan li gel hevpeymaniya nîştîmanî rêk bikevin, heta hengavekî din jî berev çareserkirina pirsên alozan ve bê avêtin.

Back to top button