Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ji bo şer û aloziyên navbera HSDê û hêzên eşîrên Ereban de li devera Derêzorê derketin û berdewam dike, daxûyaniyek ragihand.
Hevpeymaniya Navdewletî di daxûyaniya xwe de dibêje ku, ew alozî û bûyerên van çand rojan li bakurê rojhilatê Sûriyê rû didin ji nêzik ve dişopînin. Dibîjin ku, ev alozî dibe sedem ku cardin DAÎŞ li deverê bi hêz dibe.
Hat destnîşankirin, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê wek pêwîst dibîne ku hewldanên ji bo aştî û seqamgîriyê li bakurê rojhilatê Sûriyê, dûr ji gefa DAIŞê dest pê bikin û pabendbûna xwe bi dayîna şêwir û rahênan û alîkarîkirina hêzên hevpeymanên xwe ji bo têkbirina DAIŞê dubare dike.
Roja 27ê Tebaxê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê ya ser bi HSDê ve Ehmed El Xebîl (Ebû Xewla) û 4 kesên din girtibûn. Piştî vê yekê jî şer û alozî li Dêrazorê di navbera hin çekdarên Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê û eşîrên Ereban de derketibûn.
Piştre hin çekdarên Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê û eşîrên Ereban êrîşî çend xalên HSDê li Dêrazorê kirin û di encamê de jî 16 çekdarên eşîrên Erebî û 6 şervanên HSDê û 3 sivîl hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûbûn.
Herwiha êl û eşîrên Ereb li bakurê rojhilatê Sûriyê seferberiya giştî li dijî HSDê ragihandin û 12 demjimêr dem ji bo azadkirina Ebû Xewla û girtiyên din, danbûn HSDê.
Her girêdayî vê mijarê jî, Encûmena Leşkerî ya Hicîn ya ser bi HSDê ve, gedexeya giştî li bakur û rojhilatê Dêrazorê ragihand.