Civak

Hevkariya Xelkê Kurdistanê sedema aramiya Kurdistanê ye

Mesrûr Barzanî pêşwaziya heyetek ji Xwendekarên Akademiya Dîplomasî ya Viyenayê kir.

Di hevdîtineke de ku, Nunerê Hikûmeta Kurdistanê ya li Nemsayê û Berpirsiyarê mekteba saziyên cemawerî jî têde beşdarbûn, birêz Mesrûr Barzanî rewşa dawî ya Kurdistan û Deverê ji heyeta mêwan re nirxand û pişt re jî heyeta mêwan çendîn pirs yên girêdayî bi pirsa Kurd û pêşkeftinên heyî yên li Deverê de pêşkêşî birêz Mesrûr Barzanî kirin û nav hatî jî bersifa wan pirsan da.

Di bersifa pirsekî de a di derbarê sedema cudatiya heyî ya di navbera rewşa Kurdistan û Deverên din yên Îraqê de, birêz Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, sedema serkeftina rewşa aram ya Kurdistanê hevkariya xelkê Kurdistanê û herwiha rihê bihevre jiyan û lêbûrînê ya li Kurdistanê deye.

Di derbarê paşeroja doza Kurd li Deverê de jî birêz Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, Kurd daxwaza aştî, wekhevî, bihevre jiyanê dike û em di vê baweriyê dene ku, bi rêyên aştiyane û çê kirina guhertinan di eqiliyeta zal a li Deverê de, derfeteke baş bo bidest xistina tevahiya mafên Gelê Kurd der dikeve hole.

Hêjayê gotinêye ku, akademiya dîplomasî ya Viyenayê di sala 1964an de hatiye damezrandin û yek ji wan akademiyên girîng yên Ewrûpayê a di warê pêgehandina Dîplomatan deye.(KTV)

Back to top button