Polîtîk

Hevkarîya Hezên Kurdistanî li Almanyayê Newroz pîroz kirin

 
Newroz bi rawestandina ji bo şehîdên Kurdistanê li gel srûda netewi dest pê kir. Di şeva Newrozê de Hevkariya Hezen Kurdistani peyamêk havbeş  xwendin ü Newroza gelê  Kurdistan ü bêşdera Pîroz kirin.

Li ser rewşa her çar parçeyên Kurdistanê  agehdari    hat dayin. Bi tayebet li ser rewşa rojavayê Kurdistan ü di ayni demide giringiya Kongreya Ciwanan ku di,
Roja 15.03.2012ê duyemîn konferansa neteweyî ya ciwanên her çar parçên Kurdistanê  (bo hevgirtina neteweyî ya ciwanên kurd) li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, hat girêdan û 3 rojan berdewam bû.

Konferans bi pêşkêşkirina çend qewîtiyan ku ji 20 xalan pêk hatibû bi dawî hat, lê 17 rêxistin li ser xala 18ê ne hevdeng bûn ku qala ala Kurdistanê dike û dibêje: Alaya  neteweyî ya kurdan e û pêwiste hemû aliyek rêz lê bigire û di ser alaya partiyan re bê girtin. Havkariya Hezen Kurdistani bala wan Ciwane Kurd e ku Kongre terikandin dikişene ü dibejin,Em Alaya niha ya Kurdistanê ku piştî damezrandina komara Kurdistanê li Mehab adê di sala 1945ê de, ji aliyê kurdan bi awayekî giştî wek alaya welat tê dîtin, lê PKK ji xeynî alaya partiya xwe û hêza xwe ya çekdarî û organên xwe yên din, çend sal e di dewsa alaya Kurdistanê de bilind dikin, ku pêk tê ji sor û zer û kesk, ne wek alaya Kurdistanê ku pêk tê ji rengên sor û rojek bi rengê zer li ser rengê spî û rengê kesek. Havkaria Hezen kurdistani   teyid kirin  ku gelê Kurdistan rê nade liztikên dijmin. Havkariya hezen kurdistani li  Bajare Köln dana diyarkirin ku ji sala  1945 ve li hamu beşe kurdistan ü li her aliyek dinyaye ku kurd le dijin we Ale nasdikin.
Ev ji ew Ala ku  li ” Başure Welate me li ser axa Bav u Kala pêl dide” em hevi dikin ku PKK hiyşar be ü van xaletiyan dubare neke!
 
Berpirsê Komela KOÇ-KAK ji Newroza beşdaran pîroz kir ü peyame xwe bi zimane Almani xwend.
Komela KOÇ-KAK komek Zarokê kurdistani,ku hamre xwe ji 6-7 sali bi kirase xweyi kurdi derxistin ser dike ü stiranen  weki, wer xan wer xan,
em zaroke Kurdistan ü em zaroke  Rojenê  gotin.

Beşdarvanen Newroze rabun ser piya ü bi coşek mezin li cepika dan ü bu kililiya Kiza moral dan koma Zaroka,
Xale Hasan ku hamre xwe bi kar u xabate Netewi bihartiye ü xwediye xalata  Barazniye nemire,rabu ser piya u da çepika
her zarokeki bi alak kurdi xalat kir.

Hünermen Hzahari Omar Mirao,Koma Tore ü Hejar bi strane N etewi u dilani govend germkirin.
. Bi beşdarbûna Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê Newroz bû nîşana yekîti û hevkarîyê û moralek mezin da beşdarvanan
şahiya Newrozê  hata derengi  şeve domkir.

Beşdar vana spasiye xwe kirin ü hêvi kirin ku salek di ji Newroz bi wi awayi werê pirozkirin.
 
Partiyên di Hevkariya Hezên Kurdistanide
amade bun
PDK
YNK
PDK-Bakur
HDK-Iran
Komêle
KOÇ-KAK e.v
Kurdische Kulturund kunst in Deutschland e.v
Sentere kurdi li Köln

Back to top button