Cîhan
Hevkariya aborî û bazirganî navbera Kurdistan û Îranê
Li bajarê Hewlêrê, îro roja duşemiyê 28ê nîsana 2014ê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li şandeyeke bazirganî ya Komnara Îslamiya Îranê ku, ji Rostemî Qasimî berprisê komîteya pêşdebirina bazirganiyê li Îran-Îraqê û hijmareke rawêjkar û pisporên warê bazirganî û aborî pêkhatibû, kir.
Di civînekê de, têkeliyên aborî û bazirganî yên navbera herêma Kurdistan û Îraqê û Komara Îslamiya Îranê û çewaniya pêşxistin û berfirehkirina têkeliyan di hemû waran de û bi tyabetî di warê aborî û xurtkirina bizava bazirganiyê de, hatin behis kirin.
Di civînê de, ji bona bilindkirina astê bizava bazirganî di navbera her du aliyan de û berfirehkirina hevkariya di warê enerjiyê de biryar hat dan ku, çend komîteyên hevbeş bên pêkanîn.