‘Hevjîna Talebanî 4 saziyên girîng xistiye bin kontrola xwe’
Encamên Hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) xist nav “kirîza rêveberiyê”. Tê gotin hevjîna Talebanî û endama polîtburoya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed saziyên girîng ên mîna Darayî, Zanyarî, Pêşmerge û Pêwendiyên Derve yên YNKê xistiye bin kontrola xwe, ev jî aloziyê zêdetir dike.
Piştî ku rewşa YNKê di hilbijartinan de eşkere bû, hinek berpirsên wê beriya ku li hember wan lêpirsîn dest pê bike û ji kar bên dûrxistin, ragihandin ku amade ne dest ji kar berdin.
Tê gotin di civîna îro (07.10.2013) ya encumena serokatiya YNKê de dê biryarên girîng li ser rewşa YNKê bê dayîn.
Amadekarî bo civîna encumena serokatiyê hatiye kirin û lêjneyek 4 kesî ku ji 2 endamên polîtburo û 2 endamên encumenê pêk hatiye, raporek li ser rewşa YNKê û sedemên şikestina wê di hilbijartinan de amade kiriye.
Yek ji endamê lêjneyê Arif Ruşdî li ser rapora lêjneyê agahî da Rûdawê û got, me digel xelkê li ser rewşa niha ya YNKê axivî her wiha me sûd ji medyaya civakî mîna Facebook, Twitter, saziyên ragihandinê û rapor û nûçeyên li ser YNKê hatine belavkirin, girtiye.
Arif Ruşdî ku endamê encumena serokatiya YNKê ye li ser sedemên şikestina YNKê di hilbijartinên îsal ên parlamentoya Kurdistanê de jî axivî û diyar kir ku YNK partiyeke mezin e û dîroka wê dûr û dirêj e û dikare dîsa rabe ser piyan û wiha got: “Ji ber wê jî tiştên ku hatiye ser YNKê dawiya dinyayê nîne.”
Lêjneya ku rapora civîna rêveberiya YNKê amade kiriye ji endamên polîtburoyê Ednan Muftî û Azad Cundiyanî û endamên serokatiyê Ferîd Eseserd û Arif Ruşdî pêk tê.
Berdevkê YNKê Azad Cundiyanî diyar kir ku di nav YNKê de kirîza kûr a rêveberiyê heye û ragihand, sedemên şikestina YNKê di hilbijartinan de yek û du nînin ji ber ku gelek sedem hene lê ya herî girîng kirîza rêveberiyê ye.
Cundiyanî her wiha got, di rapora lêjneyê de tenê sedemên şikestinê cî nagire ji ber ku nexşerêya paşeroja YNKê jî tê de heye.
Endamekî din ê lêjneyê Ferîd Eseserd jî li ser kirîza rêveberiyê û destnîşankirina sekretekî nû bo YNKê axivî û wiha got: “Ev mijar dê di kongrê de were behskirin û dê li wir were çareserkirin.”
Li bara pêwendiyên navbera PDK û YNKê de jî Eseserd diyar kir ku di civîna encumena serokatiyê de dê biryar were dayîn ka YNK dê beşdarî hikûmeta nû bibe yan na.
Di nav YNKê de beşek dixwazin YNK bibe opozîsoyn û hinek jî dibêjin, eger YNK bibe opozîsyon dê çawa rexne li deshilatê bigire.
Rewşa niha ya YNKê aloz e, ji ber vê yekê hejîna Talebanî û endama polîtburoya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed ku berpirsa Melbenda yekem a YNKê li Silêmaniyê bû, dest ji kar berda.
Jêderekî ji nav polîtburoya YNKê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Rûdawê re got, destberdana Hêro Îbrahîm ji serokatiya melbenda Silêmaniyê girêdayî şikestina YNKê li Silêmaniyê nîne lê li ser daxwaza xûşka xwe Şanaz Îbrahîm ( nûnera YNKê li Brîtanya) ev kar kiriye û niha jî vegeriyaye Kurdistanê.
Wî jêderî da zanîn, kongre li pêşiya YNKê ye û Hêro xanim jî naxwaze meydanê ji tu kesî re vala bike û hewl dide wan saziyên hestiyar ên mîna Darayî, Zanyarî, Pêşmerge û Pêwendiyên Derve yên ku ji aliyê Talebanî ve dihat çavdêrîkirin, bixe bin kontrola xwe.