Hêvîdarim kanala we bikarê rastiya doza Kurd veguheze
Serok Barzanî pîrozbahiyê li kanala Zagros TV ya bi zimanê Erebî kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêzan Birêveber û Karmendên Kanala Zagros TV ya bi zimanê Erebî
Li dûyemîn salvegera weşana kanala Zagros TV ya bi zimanê Erebî de, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we dikim û ji bo we hêviya berdewamî û pêşketinê dixwazim.
Kanala we bi sedema hewla zêdeya kadîrên ragihandinê, bûye pirekî girîng li pirên bi hevdû têgihiştina gel û zarokên gelê Iraq û cîhana Erebî bi giştî û li demeke diyarkirî de kariye peyama ragihandinekî pîşeyî bigihîne ku nîşanên taybetmendiyên Kurdistanê û xebata gelê xwe ya bi navê azadî û wekheviyê û çespandina kultura pêkve jiyana aştiyane û prensîpên lêbirînî û hevdû têgihiştina li navbera pêkhatan û bihêzkirina peywendiyên di navbera wan ya bi navê bi cîhkirina daxwazên wan û mîsogerkirina bingehên azadî û aştî û demokrasiyê dide.
We kariye bingeheke baş ji bo kanalekî asmanî dabimezrênin ku bikarê rastiya wêneya ezmuna Herêma Kurdistanê û doza rewaya gelê Kurd veguhezê.
Bi vê helkeftê, hêviya serkeftinên zêdetir li karê we yê pîşeyî de dixwazîm û hêvîdarim kanala we bigihe asta kanalên cîhaniyên ragihandinê.
Mesûd Barzanî
11/Adar/2020