Polîtîk

Hevdîtina Barzanî û Obama hate paşxistin

Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê li daxuyaniyek de ragihand îro în 31/01/2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê peywendiyekî telefonî ji birêz Joe Biden Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka ve pêgihişt.

Serokê Dîwan got: Li peywendiyê da behsa serdana çaverêkiriya birêz Serokê Herêmê kir ku bi mebesta kombûna li gel birêz Barack Obama Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka û Joe Biden Cîgirê Serok biryar bû îro bihata encamdan.

Cîgirê Serokê Amerîka ragihand cihê daxêbû ku serdan nehat encamdan bi sedema wê yekê ku dem guncaw nebû, û her dû alî tekez kirin ku li pêwîstiya encamdana vê serdanê li demeke pêş û guncaw de pêktê.

Li beşekî dinê peywendiya telefoniyê de behsa peywendiyên di navbera her dû aliyan kirin û birêz Joe Biden û Serok Barzanî tekez li ser berdewamiya dostayetiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê kirin û pêwîstiya zêdetir pêşketina wan peywendiyan kirin.

Birêz Fuad Husên balkişand li ser wê yekê ku li mijareke dinê peywendiyê de behsa pêvajoya Iraq û rewşa asayîşê bi giştî û peywendî û danusandinên di navbera Hikumeta Federal û Hikumeta Herêma Kurdistanê bi taybetî kirin.

Li dawiya peywendiya telefoniyê de her dû alî dûpat kirin ku ev qonax qonaxekî hestiyare û pêwîste peywendî û bîrûra guherîna li navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê da berdewam bibê. 

 

Back to top button