Polîtîk

Heta sibehî şerek giran hebû

Hêzên Pêşmerge li çeperên şer li parêzgeha Neynewayê çend êrişên çekdarên DAIŞê têk birin, li hin çeperan jî şer heta îro serê sibehê jî berdewam bû.

Li gor zaniyariyên Rûdawê, şeva borî çekdarên DAIŞê li gundên Keskê, Hesen Şam û çiyayê Başîkê êrişî çeperên Pêşmerge kirin, lê êrişên wan hatin têkbirin.

Çavkaniyeke Pêşmerge li çepera Keskê ji Rûdawê re ragihand ku DAIŞê ji sê aliyan ve êrişî Pêşmerge kirin, lê êrişa wan hat têkbirin û cenazeyên 16 çekdarên DAIŞê ketine destê Pêşmerge û ti ziyanek negihiştiye Hêzên Pêşmerge.

Çavkaniyê diyar kir ku êrişa DAIŞê li çepera Keskê şeva borî derdora seat 10 û nîv li gor dema Başûrê Kurdistanê dest pê kir û heta îro serê sibehê jî şer berdewam bû.

Li gundê Hesen Şam jî, fermandarê hêza yek ya pêşmergeyên Zêrevanî Emîd Fayiq Hesen ji Rûdawê re ragihand ku şeva borî derdora seat 21:10 çekdarên DAIŞê êrişî çeperên Pêşmerge li Hesen Şamê kirin, lê êrişa wan hat têkbirin.

Her li çepera Hesen Şam, balafirên hevpeymaniyê jî çend caran navendên DAIŞê li gundên Terzile û Şêx Emîr bi giranî bombebaran kirin.

177

Back to top button