Heta payîzê PKK ji çîya tê xwar
Rojnamevan Awnî Ozgurel ji NTV re axivî û got ku ew guhertinên li deverê dibin dê PKKê neçar bike ku rêya çareseriya pirsgirêkan qebûl bike û got:
– Pêşhatên deverê PKKê neçar dikin ku rêya çareserkirina pirsgirêkê qebûl bike. Vekişîna hêzên Amerîkayê ji Îraqê û revîna Tariq Haşimî (cîgirê serokomarê Îraqê) wusa kir ku Tirkiye bibe hêza herî xurt û êkane ku Barzanî baweriyê pê bike, ji ber hindê jî Barzanî naxwza Tirkiye dilgiran bibe û dê hewil de Qendîlê eyar bike da ku Qendîl nekare Tirkiyeyê narehet bike.
Li gor Awnî Ozgurel pêşhatên deverê wê yekê nîşan didin ku Barzanî amadeye hevahengiyê digel Enqereyê bike û daxwazên Tirkiyeyî cîbicî bike.
Awnî Ozgurel di axavtina xwe ya digel NTV dibêje ku pirosesa vekirina demokratîk li havînê careke din dest pê dike û nagihîje payîzê dê çekdarên PKKê ji çiya bêne xwarê.
Ozgurel got:
– Ez dixwazim wê yekê jî bêjim ku Ocelan dikare hindek pirsan çareser bike çunkî hindek ji pirsan bi îradeya wî çareser dibin.
Rojevakurd