Polîtîk

Heta niha ji 182.000 an, tenê termên 2250 kesên enfalkirî hatine dîtin

Wezîrê Şehîd û Enfalkiriyên Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ji 182.000 termên enfalkirî, bi tenê 2.250 term hatine dîtin.

Aram Ehmed Wezîrê Karubarê Şehîd û Enfalkiriyên Hikumeta Herêma Kurdistanê li rêwresma anîna termên 93 şehîdê enfalkiriyên Barzanî de, gotarek pêşkêş kir û got: “Piştî derbasbûna ewqas salan li ser enfalkirina xelkê Kurdistanê ji aliyê rejîma Be’es, karê peydakirina gorên bi kom zehmet bûye û asayîşa cografya gorên bi kom rêgirekî dine li ber astengan”.

Her wiha got: “Ev 93 term li meha tişrîna duyema 2013  35 km dûrî navçeya Buseye ya ser bi bajarê Semawe û dûr 1600 km dûrî welatê xwe bi zîndî hatine binaxkirin ku zêdetirê wan hatine gullebarankirin û bi giştî jî regezê nêrîne û li ser 20 salîne”.

Ehmed eşkere jî kir: “Li sala 2005 nêzîkî 503 term hatine dîtin, bi giştî 8 hezar Barzanî hatine enfalkirin û heta niha tenê 606 term hatine dîtin. Li enfalê de nêzîkî 182.000 zarok, jin û zilamên Kurd bi zîndî hatine binaxkirin û heta niha jî li herêmên xwarê ya Iraqê û sînora Hemrîn, nêzîkî 1600 term hatine dîtin. Heta niha 182.000 tenê termên 2250 kesên enfalkirî hatine dîtin.

Back to top button