Heşda Şeibî bi alîkariya aliyekî Kurdistanî endamên PDKê digre
Berpirsê Şaxa 23 ya PDKê li Mexmûrê Kirmanc Ebdulah dibêje, kadirên aliyekî siyasî ji Kurdistanê bi pêşiya çekdarên Heşda Şeibî dikevin ji bo girtina endam û alîgirên PDKê.Piştî dagîrkirina navçeyên Kurdistanî ji aliyê hêzên Iraqê û Heşda Şeibî ve, ew çekdar jibilî Kerkûk û Xuramtû, li Mexmûrê jî pirsgirêkan ji welatiyên Kurd re derdixin û hêjî berdewam in li ser binpêkirin û sivkatiyên xwe.Kirmanc Ebdulah dervarê wan karên Heşda Şeibî ji malpera KDP.info re ragihand: “Roja Pêncşemê çekdarên Heşda Şeibî li nava Mexmûrê dest bi avêtina ser malên alîgir û endam û pêşmergeyên PDKê kirin û hejmarek endam û alîgirên me girtin û destê xwe jî danîn ser otomobîl û kelûpelên alîgirên PDKê.”Wî berpirsê PDKê wiha got: “Em ji wê yekê dilgiran in ku kadirên aliyekî siyasî li Kurdistanê li Mexmûrê li pêşiya milîsên Heşda Şeibî dikeve ji bi pişkinîn û girtina endam û alîgirên me. Xweska me ew yek nedîtiba.”Ebdulah wiha domand: “Em piştrast in ku ew rewşa ku li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî heye, heta dawî berdewam nake û di serî de em dixwazin pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin. Eger rewş bi vê zilmê berdewam be, bêguman em heta dawî bêdeng namînin.”