PolîtîkRojev

Herêma Kurdistanê beşek bingehîn a peywendîyên me û Iraqê ye

 

Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf, ku li gel Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Rêber Ehmed civîya, ragihand ku “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi peywendîyên me yên bi Iraqê re beşek bingehîn e”.  

Barbara Leaf, di nivîsa xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê di derbarê vê hevdîtinê de ev tişt anî zimên: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi peywendîyên me yên 360 derece bi Iraqê beşek bingehîn e”.

Leaf, kêfxweşîya xwe ya ji bo serdana Ehmed nîşan da û diyar kir ku di derbarê Herêma Kurdistanê, Bexda û pêşhatên girîng ên li herêmê de nerînên wan ji dil û can pevguherîn.

Ji alîyê din ve Balyoza Amerîka ya li Bexdayê Alina Romanowski, di peyama xwe ya li ser Twitterê de eşkere kir ku wê şandek bazirganî ya Amerîkayê serdana Hewlêr û Silêmaniyê bike.

 

Back to top button