Polîtîk

Henry Kissinger: Bûyerên sala 1975ê şaş hatine fêm kirin.

Di berdewamiya serdana xwe ya bi Dewletên Yekgirtiyên Amerîyayê de, Henry Kissinger wezîrê karê derve yê berê yê Amerîkayê li ofîsa xwe ya tayebetî pêwazî li Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê kir.

Di dîrekê de,  Kissinger ji serokê parlametoya Kurdistanê re got ku gelek pirs û bebet henek ku pêwîstiya wan bi zelalkirinê heye û heta nuha di bîr û hizira gelê kurd de bi hilawîstî mane.

Kissinger got ku ew helwest û bûyerên sala 1975ê û piştî hîngê qewimîn nehatîne fêm kirin û şaştêgihiştineke mezin jê çê bûye û got ku wî di nivîsên xwe û di bîreweriyên xwe de îşret pê kiriye.

Herwesa Henry Kissinger di dîdarê de tekîd li ser wê yekê kirye ku gelê kurd gelekê qareman e, gelek qurbanî dane û gelekî aram û xweragire û got ku ew berdewam rewşa Kurdistanê dişopîn eû piştevaniyê li destkeftiyên hikûmeta herêma Kurdistanê dike û got:
– Ez piştevaniyê li gelê kurd dikim û ez dijî hemû pîlanênkê ku tesîreke nerînî bike ser rewşa herêma Kurdistanê me.

Back to top button