Hikûmeta federal a Almanyayê wê biryarê li ser pêşnûmeya qanûna ku derbasbûna hemwelatîya Almanyayê hêsan dike, bide. Pêşnûmeqanûn rê li ber hemwelatîya dualî jî vedike. Lê rexneyên li pêşnûmayê jî hene.
Li Amanyayê, hikûmeta federal wê li ser rêziknameya qanûnî ya ku şert û mercên derbasbûna hemwelatîya Alman hêsan dike û di heman demê de rê li ber hemwelatîya dualî vedike, nîqaş bike. Di rêziknameyê de tê xwestin ku heyama derbasbûna hemwelatîya Alman ji heşt salan dakeve pênc salan. Li Almanyayê berê mafê hemwelatîbûna dualî ji welatîyên hin welatan re, ku Tirkîye jî di nav de ye, hatibû sînordarkirin. Rêziknameya nû dîsa dixwaze hemwelatîya dualî têxe jiyanê. Pêşnûme wê derfetê bide biyanîyên ku demeke dirêj li Almanyayê dijîn. Kesên ku bi mebestên antîsemîtîzm û nîjadperestîyê bên sûcdarkirin wê nikaribin ji vê derfetê sûdê wergirin.
Wezîra Karên Hundir a Alman Nancy Faeser, ji Tora Edîtoranên Alman re axivî û diyar kir ku qanûna hemwelatîya nûjen wê di warê pêşbazîya Almanyayê de bibe ‘kilîtek diyarker’ û got: “Em di nava pêşbazîyek cîhanî ya hişmendîyek baş de ne. Emê hişmendên herî baş bi dest bixin ger ku ew karibin ji bo pêşerojê bibin beşek ji civaka me”. Wezîr Faeser, anî zimên ku reforma di qanûna hemwelatîyê de bê kirin pîvanek nûjenkirina civakî ye û got: “Em dixwazin kesên ku ev demek dirêj e di nava civaka me de cîh digirin, karibin alîkarîya pêşketina demokratîk a welatê me bikin”.
Wezîr bal kişand ser vê yekê û got: “Tenê kesên ku civakek azad û cihêreng qebûl dikin wê bibin hemwelatîyên Almanyayê. Nîjadperestî, antîsemîtîzm an jî her cûre dijminatîya mirovahiyê li pêşîya xwezayîbûnê asteng e. Di vî warî de wê sifir tolerans hebe”.