Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de li ser derbaskirina projeyasaya deynan li Parlamentoya Iraqê bêyî razîbûna Kurdan nerazîbûn û nîgeraniyên xwe derbirîn û tekez kir, “Em dê her hewlekê bidin ji bo ku zilm li xelkê Kurdistanê neyê kirin.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de destxweşî li nûnerên Herêma Kurdistanê yên li Parlamentoya Iraqê dike ku helwesteke yekgirtî li beramber derbaskirina yasaya dagirtina kurtanîna darayî nîşan dan.”
Hikûmeta Kurdistanê tekez dike, ew projeyasa “li Parlementoya Iraqê bi piraniya dengan û bêyî guhdana li prensîpa lihevkirin û liberçavgirtina nîgeraniyên gelê Kurdistanê” derbas bû û “nîgeranî û nerazîbûna xwe li hember derbaskirina vê yasayê” nîşan da.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekeziyê li ser wê dike, “Me berdewam, ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê amadebûna xwe nîşan daye” û amaje bi wê dike, “Piştî desbikarkirina kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, çendîn car niyetpakiya xwe nîşan daye û serdana Bexdayê kiriye û çendîn hevtêgihiştin û rêkeftin di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federalî de hatine pêkanîn.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Hikûmeta Herêmê, her dem pabendiyên xwe yên destûrî li hember dabînkirina maf û heqên destûrî yên xelkê Kurdistanê cîbicî kirine” û tê diyarkirin, “Lewma em di vê demê de dakokî li mafên rewa yên xelkê Kurdistanê dikin, di heman demê de hemû hewlên xwe didin ji bo ku zilm li xelkê Kurdistanê neyê kirin.”
Herwiha tê aşkerekirin, “Biryar e di demeke nêz de civîna her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê û nûnerên Kurdistanê yên li hikûmeta federalî were encamdan û helwesta fermî û yekgirtî ya Herêma Kurdistanê were ragihandin.”
Ev di demekê de ye ku Parlamentoya Iraqê îro, bêyî razîbûna aliyên Kurdistanî, projeyayasaya dagirtina kurtanîn darayî ya ji bo wergrtina deynan pejirand.
Seroka fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Dr. Viyan Sebrî ji Rûdawê re ragihandibû, ew rêkeftibûn ku dengdan li ser maddeya taybet bi Herêma Kurdistanê bê paşxistin lê aliyên Şîe û Sunne ew yek red kirin.
Di yasayê de daxwaz tê kirin ku Herêma Kurdistanê wê rêjeya petrolê radest bike ku kompaniya Somo diyar dike ku bêhtir ji 400 bermîlan e û herweha tevahiya dahatanên ne petrolê bide Iraqê û eger wisa nebe ti pereyek ji bo Herêma Kurdistanê nayê şandin.
- PARVE BIKE LI SER