Polîtîk

Hemaîl Xan dayîka serokê Kurdistanê li Swêdê hate bibîranîn

Hemaîl Xan dayîka serokê Kurdistanê li Swêdê hate bibîranîn

Duhî roja yekşemiyê 31.07.2011ê, li bajarê Stockholm a paytextê Swedê, bi minasebeta wefatkirina xatûn Hemaîl Xanê, hevjîna rêberê gelê kurd Mustefa Barzaniyê nemir û dayîka serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) komîteya  Swêdê merasimeke behîdariyê saz kir.

Ji hemî derên Swedê xelkê girsehî di vê minasebetê de amade bûn û bi hestên xwe xemgîniya xwe bi serokê Kurdistanê û malbata wî re parve kirin.

Di merasima bibîranîna Xwedêjêrazî  xatûn Hemaîl Xanê de,  serok û berpirsên partî û rêxistinên siyasî ji her çar perçeyên Kurdistanê û Iraq a federal, komele û saziyên civakî , sivîl û kulturî  û siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û kesayetiyên Kurd  li Swêdê bi destkên gulan berê xwe dan cihê taziyê û hevxemiya xwe ji bo wefata hevjîna rêberê gelê kurd Mustefa Barzaniyê nemir û dayîka serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî nîşan da.

Hema__lxan_2_269158303.jpg

 

Hema__lxan_1_689097917.jpg

Hema__lxan_3_580478423.jpgHema__lxan_4_897408773.jpghema__lxan_5_256636116.jpg

Back to top button