Polîtîk

Helwesta N.Barzanî di derbarê berendamiya Malikî de

 
Li gora nûşweya PNA, cihgirê serokê Partîya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, şadbûna xwe ji bo vê pêşveçûna erênî di derbarê destnîşankirina Nûrî Malikî de da nîşandan.
Nêçîrvan Barzanî vê pêngavê, ji bo çareserkirina pirsgirêka siyasî ya welat giring dibîne, ku ji ber wê pêkanîna hukûmetê li paş kevt û rêkevtinîyeka niştimanî jî çê nebû.
Nêçîrvan Barzanî behsa şanda herêma Kurdistanê kir, ku niha li Baxdayê ye û guft û goyan bi fraksiyonên din re encam dide, da ku ev rewşa niha xweş bibe.

Nêçîrvan Barzanî dibêje: Partîya Demokrata Kurdistanê ji bo vê pêngavê şad e û xebatê bi hevpeymanên xwe re dike, da ku hemû alî û fraksiyonên siyasî beşdarîyê di pîkolên erênî de bikin û da ku hukûmeteka hevpişka niştimanî bête pêkanîn, ku ev hukûmet xwe girêdayî bingehên neguherîyên destûrî bibîne, da ku xizmeta hêvîyên Iraqîyan bihê kirin û pirsên wan bêne çareserkirin.

Nêçîrvan Barzanî weha jî got: Ew şanda Kurdistanê ya ku niha li Baxdayê ye, berî niha daxwazên gelên Kurdistanê li ber hemû fraksiyonên parlementoyê danî û bi pişikdarîya xwe ya pozetîvane jî ya di hukûmetê de ragihand, ku gerek li gora destûrê rêz li wan daxwazîyan bêne girtin. Weha jî da tekezkirin, ku pirsa me pirsa milletekî ye û ne pirsa fraksiyoneka siyasî ye .

Nêçîrvan Barzanî weha jî da nîşandan, ku êdî projeyê niştimanîya Kurdistanî ji hemû alîyan re xuyaye û ev proje, ji bo hevtêgihînê û beşdarbûna di hukûmetê de bingehek e. Weha jî da zanîn, ku projeyê kurdistanî ji alîyê Hevpeymanîya Niştimanîya Iraqî ve hatiye qebûl kirin û ji ber vê çendê, em dîsan tekezîyê li ser daxwazên xwe yên berê dikin û çareya dirist ew e, ku hemû fraksiyon di hukûmeteka hevpişka niştimanî de beşdarîyê bikin.

Nêçîrvan Barzanî di dawiya daxuyaniya xwe de dibêje: Ez hêvîdarim, ku guft û goyên niha yên navbera fraksiyonan serkevtî bin, da ku em ji vê arêşeya siyasî rizgar bibin û hukûmeta Iraqê, bi deng û hêvîyên gelên Iraqê pêk bê û ev hêvî jî, akincîbûn, aştî, geşbûn, çareserkirina pirsên civakî û jîyara xelkê ne.
Nêçîrvan Barzanî daxwazî ji hemû pêkhat û fraksiyonên nava parlementoya Iraqê kir, ku ew pîkolan ji bo serxistina evê prosesa niha bikin.

Back to top button