Helwesta me li himber HDPê di derbarê têkiliya wê ya bi PKK-ê re zelal e!
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan,daxûyakirin ku, bêyî HDPê hilbijartinan de sernakevin. Paylan bengî masêyê 6 kolî kir û got: Ji bo .i em nikarin berbijêrek hevbeş destnîşan bikin? Berdevkê IYI Partiyê Kurşat Zorlu bersiva Paylan da û got:Helwest, nirxandin û rexneyên me yên li ser têkiliya HDP’ê ya bi PKK’ê re zelal in. Meseleya namzetiyê ne tenê mijara ÎYÎ Partiyê ye.”
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan daxûyaniyekî de dibêje: “Em nabêjin ji bo guhertina bingehîn a rewşê bi HDP’ê re tifaqê bikin. Em dibêjin herî kêm divê serokkomarek me ê hevbeş hebe.Em piştgiriyê didin serxwebûna dadgeha, azadiya hiqûqê û azdiya çapemenîyê. Ma maseya 6 kolî jî heman tiştê naparêze? Em dibêjin em vegerin sistema parlementeriyê û demokrasiyê, ew jî heman tiştê diparêzin. Ma çima em berbijêrekî serokkomariyê yê hevbeş destnîşan nakin?”
Berdevkê Partiyê Kurşad Zorlu ku li ser navê ÎYÎ Partiyê daxuyanî da, diyar kir ku helwesta wan a li hemberî HDP’ê zelal e. Zorlu di daxûyaniya xwe de dibêje: Weke ÎYÎ Partî helwesta me ya siyasî di vê mijarê de ji destpêkê ve zelal e. Helbet em li ser demokrasî, hevkarî û armanca yekitiya miletê xwe di qada Meclisa Mezin a Tirkiyeyê de gelek tişta girîng dibînin, lê wek IYI Partî helwest, nirxandin û rexneya me ya li ser HDPê di derbarê têkiliya wê ya bi PKK-ê re. zelal in. Meseleya namzediyê ne tenê mijareke ku IYI Partiyê eleqedar dike ye. Maseyê 6 kolî behsa vê piesê kiriye. Ev mijarek e ku dikare ji hevkar, serok û ramanên din ên maseya şeşan re were pêşkêş kirin. Em ê di rojên pêş de bi hev re lêkolînan bidomînin.