Cîhan

Helwesta Amerîkayê dê piştî referandûmê ji ya beriya referandûmê cudatir be

Generalê malnişîn ê amerîkî Ernest C. Audino pêşbînî dike, ku helwesta Amerîkayê ya piştî referandûma Başûrê Kurdistanê ji ya beriya referandûmê cudatir be. Audino dibêje: “Amerîka nikare li dijî encamên referandûmê bisekine.”Generalê malnişîn Ernest C. Audino beşdarî bûltena Rûdawê bû û derbarê helwesta rêveberiya Trump a li hember referandûma Başûrê Kurdistanê got: “Amerîka bi awayeke fermî helwesta xwe ya di vî warî de eşkere kiriye û diyar kiriye, ku piştgirî didin Iraqekî yekgirtî. Lê li hember vê helwesta fermî hemwelatiyên amerîkî piştgirî didin serxwebûna Kurdistanê û di vê dema dawiyê de ev piştgirî zêdetir bûye. Bi taybetî jî li Capitol Hill, ku roja duşemê ev yek bi zelalî dihate dîtin.”Derbarê sedemên piştgirînedana rêveberiya Amerîkayê bo referandûmê Audino diyar kir: “Helwesta Amerîkayê dê piştî referandûmê ji ya beriya referandûmê cudatir be. Dê rewşeke nû derbikeve holê. Li Amerîkayê ezmûna demokrasiyeke 200 salî heye. Herdem em piştgirê demokrasiyê bûn. Herdem piştgirî didin daxwaza hemwelatiyan. Em nikarin li ti devera cîhanê berovajiyê encamên referandûmê biryarê bidin. Eger daxwaza hemwelatiyan ev be, ev yek ji prensîba demokrasiyê ye.”Li ser pirsa, “ji bo piştgiriya navdewletî divê kurd çi bikin?” Ernest Audino got: “Ev rê ne rêyeke hêsan e. Ji bo bidestxistina piştevaniya navdewletî, gelek tişt hene divê werin kirin. Hindek tişt jî hatine kirin. Weke mînak,  ev rastiyeke ku bêyî pêşmerge DAIŞ nedihate têkbirin. An jî bêyî kurdan, ku kurd sunneyên devnerm in, îdeolojiya tundrew a DAIŞê nayê têkbirin. Xaleke din jî ew e, ku baweriya demokrasiyê li cîhanê, foksa sereke ya siyaseta derve ya Amerîkayê ye. Li vir pêwîstî bi zîrekiyê heye da ku demokrasî zêdetir geşebide.”Di berdewama axaftina xwe de generalê amerîkî da xuyakirin: “Xala çaremîn jî ew e, ku berjewendiya Amerîkayê di hevsengiya di navbera hêzan de ye. Bi taybetî jî li hember Îranê. Divê em hinek li ser vê yekê kar bikin. Nêrîna nû ya li Kurdistanê jî ji bo rojava derfeteke nû derxistiye holê da ku balansda hêzê li Kendavê sererast bikin. Eger bi piştgiriya Amerîkayê Kurdistaneke bi hêz hebe, bêguman dê ev yek pir baş be.”Audino herwiha got: “Xala pêncemîn jî ew e, ku Kurdistan xwedî çavkaniyeke baş a enerjiyê ye. di demeke wiha de dikare alîkariyê bide bazara cîhanê û Yekîtiya Ewropayê, bi vî avayî guvaşa Moskowê kêm bike. Ev hemû di berjewendiya rojava û Amerîkayê de ye û bi nêrîna min kurd karekî baş dikin.”Derbarê dema referandûmê de, ku bi nêrîna Amerîkayê dem ne guncayî ye, Ernest C. Audino diyar kir: “Divê dîrok bersiva vê pirsê bide ka dema referandûmê guncayî ye yan na. Lê ti caran ji bo tevgerên serxwebûnê dem guncayî nebûye. Ewên tekoşînê dimeşînin, biryara xwe dane. Tişta divêya bibe çêbûye. Bi nêrîna min, 25ê Îlonê ji bo referandûmê dema herî baş e.” Rûdaw

Back to top button