Polîtîk

Helbijartinên 24’ê Hazîranê li Tirkîyê

Helbijartinên 24’ê Hazîranê li TirkîyêRoja 24.06.2018 li Tirkîyê helbijartinên Parlamentoya Tirkîyê û Serokkomarîyê tên kirin.Taybetmendîya helbijartinên 24.ê hazîranê, eweye kû Sistema Parlementarîzmê û sîstema Serokatiyê rikeberiya hev dikin.Li Tirkîyê, dewlet ya netewa tirk e û ne ya Kurdistanîyan e. Li gor destûra dewletê, ne li Tirkîyê û ne jî li Bakûrê Kurdistanê kurd tunenin. Dema kurd werin înkarkirin, bê goman meriv qala mafê wan jî nakê.Bo vê çendê helbijartinên 24’ê Hazîranê li Tirkîyê, helbijartina Parlamentoysa Tirkîyê û helbijartina Serokê dewleta Tirkîye yeParlamentoya ku li gor destûra Tirkîye birêve diçê, rê nadê kurda. Kurd li Parlamentoyê bi sonda parastina mafê netewa Tirk dest bi xebata xwe dikin. Parlamenterên ku vê sondê nekin, li Parlamentoya Tirkiyê nikarin bixebitin.Partîyên sîyasî yê Tirkîyê jî mixabin ku di programên xwe de cih nedayine çareserkirina pirsa Kurdistanê. Hindek car û bi taybet di demên helbijartinan de qala pirsa kurd tê kirin, lê di asta destûra Tirkîyê de daxawaza guhertinê nehatîye kirin.Tevî kû HDP bi hêza xwe ve partîyek kurd e û di Meclisa Tirkîyê de ye, lê di program û sîyaseta xwe de, HDP bi şêweyek heşkere xwe mîna partîyek Tirkîyeyî dibînê.Ji alîyê din ve HDP wek partîyek legal, ne xwedî mekanizmek demokratîk ya navxweyî û ne xwedî helwestek azad û serbixwe ye di birêvebirina sîyaseta xwe de.Di destpêka desthilatîya AKP de hinek reform di destûra Tirkîyê de hatin kirin, lê di derheqa mafê netewa kurd de, destûr heman destûra berê ye.Reformên AKP di salên dawî de cihê xwe da kiryarên xirab û totalitar;AKP bi şerê PKK re, bajarên Kurdistanê mîna Sûr li Amedê, Farqîn, Nisêbîn, Sirnex, Cizîr û gelek şûn û warên din weran kir. Bi sedhezaran welatî bê mal û war man û koçber bûn.Eve nêzî 2 sala ye kû rewşa awarte li Tirkîyê û bi taybetî jî li Kurdistanê berdewam dike. Mafe gotinê, xwepêşandan û çalakîyên civakî û aştîyane qedexenin. Bi hezaran meriv, ji ber nerîn û helwesta aştîyane ya li dijî şer hatine cizakirin.Tirkiye ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li derveyî sînorê Tirkîyê jî bi tûndî li himber destkeftiyên Kurdan derdikeve. Helwesta dewleta Tirk li dij Referanduma Serxwebûna Kurdistanê eşkere dike, ku Tirkiye Kurd kirîye armanc ji xwe re.Dewleta Tirkîyê bi çekdarên hov yên rêxistinên Surî re bajarê Efrîn dagir kir. Kurd koçber kirin û xelkên ereb jî li şûn û warê kurda bi cih dikin.Dewleta Tirkîyê li Başûrê Kurdistanê bi kurahîya 30 km. di şerê li dij PKK roj bi roj hêza xwe zêdetir dike.Di dema dawî de AKP ya “reformxwaz” bi pêkanîna tifaqa cumhur bi MHP re rûyê xwe yê aslî heşkerekir.Di rewşek wisa de PDK-BAKUR bang li xelkê Kurdistanê dikê kû dengê xwe yê helbijartinên 24’ê hazîranê bikarneyînin.Pêwiste tevgerên welatparêz yên Kurdistanî di demên wisa de, doza xwe geştir bikin û nêzî hev bibin. Bihêzbûn û hevkarîya tevgera Kurdistanî yekemîn garantore bo bidestxistina berjewendîyên xelkê Kurdistanê.PDK-BAKUR bang dikê kû partîyên/hêzên sîyasî Kurdistanî li ser bingeha parastina berjewendîyên Kurdistanî platformekê amade bikin û sîyaseta xwe di helbijartinên herêmî yên paşerojê de bikar bînin.06.06.2018PDK-BAKURPARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ-BAKUR

Back to top button