Helbestên Dînik

OCCO MAHABAD (HELBESTÊN DÎNIK)
Pirtûka Occo Mahabad, ya bi navê “HELBESTÊN DÎNIK” di Adara 2012 yan de derket.
Occo Mahabad 1977’an de li Wanê hatiye dinê û yek ji wêjevanên nifşên nû ye ku bi riya helbesta kurdî hest û ramanên xwe radixe ser pelên kaxezan. Wî jî hêla xwe ve (bi şêwazek cihê) dest avêtiye helbesta kurdî û ala zimanê xwe li asîmanê hebûnê bilind kiriye.
Ji xêynî helbestan ji bo fîlmên biyanî binnivîsan amede dike. Pir fîlmên biyanî ji aliyê Occo Mahabad ve hatiye Kurdîkirin. Ji hêla din ve helbestvanê ciwan bi xebatên xwe yên teknîkî ve jî tê nasîn. Heta niha du sed û pêncî bernameyên kompîturê ji aliyê wî ve hatiye Kurdîkirin. Ji bo standartîzbûna zimanê teknîkî bi salan e xebatan çêdike. Bi helbest, werger, nivîs û gotarên xwe yên cur bi cur jiyana me ya Kurdewarî bi xebatên xwe yên hêja didomîne.
Occo Mahabad di vê pirtûka xwe de xwestiye ku qalib û qlîşeyên zimanê helbestên Kurdî bişkêne. Loma em zimanê wî de şop û dengên Melayê Cîzîrî û Ehmedê Xanî dibînin. Di helbestan de şêweya modern û yên dengbêjî bi hev re hatine bikaranîn.
Occo Mahabad di nava helbestên xwe de cureyek cihêreng bi kar aniye. Ev cihêrengî tehmeke cuda bi mirov re dihêle. Mijara helbestan bi giştî li ser evîn, eşq û pevşabûnan e. Helbestên Occo Mahabad pir erotîk tên dîtin, di helbestên wî de mijara erotîzm cihê xwe yê sereke diparêze.
Pirtûka Occo Mahabad “Helbestên Dînik” ji 80 rûpelan pêk tê. Pirtûk ji aliyê Weşanxaneya AVA’yê hat weşandin.