Kultur

Helbest: Hêviya şoreşê

Hêviya Şoreşê

– Li sûriyê rast şoreş e
wek heyva panzdeh geşe
– dûrketin karê çewte
beşdarî rêbazê başe
– ger em tev negerin
çarenûsa me dîsa reşe
– mixabin wek her caran
hindirê me nexweşe
– ji şerê navxweyî re
her kes dibe paşe
– hember neyaran
bilûra awaz xweşe
         ***
helwesta me gelek zore
dakîrker li ser me bi bandore
binpêdike peyman û sinore
welat ji hemûyan mezintire
karanîna bêjeya em ji ez durustire
        ***
ev ne baxê ti kesane
ev hêviya her gelane
vegerin rastiya mirov
daxwaza jiyanek bê hov

Bavê Alan

Back to top button