Polîtîk

Hekîm: Beşdariya bihêz a PDKê di proseya siyasî ya Iraqê de giring e

 Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Şandeka bilind a Hevpeymaniya Çaksazî bi serokatiya Emar Hekîm ku, ji nûnerên fraksyonên Ehrar, Saîrûn, Weteniye, Qerar, Erebiye, Nesir, Hikme û Eniya Hîwar pêkhatibû.Di civînê, şandê pîrozbahiyên serkeftina PDKê di helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de pêşkêşî cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî kir, herwiha behsa roka pêşeng a PDKê li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û madebûn û beşdariya bihêz a partiyan di proseya siyasî ya Iraqê bi giring û di berjewendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê binav kir.Di beşeke din a civînê de behsa qonaxa dahatî ya proseya siyasî ya Iraqê hat kirin û herdu alî nêrîna wan hevbeş bû, ku proseya siyasî ya Iraqê li ser sê bingehên “hevbeşî, wekhevî û lihevkirinê” birêve biçe û kêşeyên Hewlêr-Bexdayê li gorî destûrê bihêne çareserkirin û hemû alî bo qonaxa dahatî hewlên cidî bidin bo pêşxistina Iraqê ji hermû aliyekê ve û kar bo cîbicîkirina daxwaziyên welatiyan, û dabînkirina seqamgîrî, avedanî û dabînkirina xweşguzeraniyê bikin.Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî dûpat kir, ku Partiya Demokrata Kurdistanê dixwaze li ser wan sê bingehan, mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bi awayekê çalak û bihêz beşdariyê di proseya siyasî ya Iraqê de bike, bi şêweyekê ku prose di berjewendiya tevahiya gelên Iraqê de be. 

Back to top button