Hêk û sûdmendiya wê
Baş e, nexwe hêkeke taze çewa tê zanîn, em ê vegerin ser gotina pisporan û ji xwendevanên xwe re bibêjin:
1- Divê hêk di sarincokê de bête parastin. Hêka ku di germiya 20-23 graderan de rojekê bimîne, beramberê mana heft rojan e di sarincokê de.
2- Eger hêk pir bimîne, av û karbondioksita xwe wenda dibe. Ji ber vê yekê giraniya wê jî kêm dibe. Îcar ji bo ku mirov bizanibe ka hêk teze ye yan na, dema mirov hevberê ya teze bike, ya teze ji ya kevn siviktir e.
3- Eger mirov kêkeka teze têxe ava şor ku %10 şûr be diçe binî, lê ku hêk kevn be li ser ruyê avê dimîne.
4- Dema hêka teze tê şikandin, zerik û sipîk têkelê nava hevûdu nabin û zerik wisa qube dimîne. Na eger zerik û sipîk li nava hev ketin, ew hêk kevn e û bi tu rengê divê neyê xwarin.
5- Eger hêk bi xwarinên ku ji genim çêdinin re bête têkelkirin, sûda wê pir zêde heye.
6- Hêk di nava tiştên xwarinê de ya herî zêde sûdmend e û proteîna wê pir zêde ye.
7- Vitamînên weke A, B, D, E di hêkê de hene.
8- Di qalikê hêkê de 17. 000 qulikên pir piçûk hene.
9- Hêka kelandî ji ya qelandî pirtir sûdmend e.
10- Dema hêk tê kelandin, dive 3-5 deqe bikele.
11- Hêka kelandin a herî baş, dive nermiya wê weke ya qeysiyeka çêbûyî be.
12- Hêka kelandî ya kevn, rengekî kesk ê vekirî li dora zerika wê çêdibe.
13- Divê her kes rojê hêkek an di heftiyê de pênc hêk bixwe.
Rojeva Kurd/Stockholm